Li Pirsûsê polîsan bi ser malan de girt
Li navçeya Pirsûsa Rihayê gelek polîs û tîmenên taybet li ser malan de girtin.
Li navçeya Pirsûsa Rihayê gelek polîs û tîmenên taybet li ser malan de girtin.
Li navçeya Pirsûsa Rihayê gelek polîs û tîmenên taybet li ser malan de girtin. Hat zanîn ku di encama serdegirtinê de welatiyek binavê Azîz Aslantekîn hatiye binçavkirin û piştî demekê serbest hat berdan.
Li Taxa Cumhuriyeta navçeyê Pirsûsa Rihayê gelek polîs û tîmenên taybet li ser malan welatiyê bi navê Azîz Aslantekîn de girtin. Hat zanîn ku di encama serdegirtinê de welatiyê bi navê Azîz Aslantekîn hatiye binçavkirin. Hevsera Azîz Aslantekîn, Nedîma Aslantekîn got ku polîs û tîmên taybet di saet 15.00'an û di 16.00'an de li ser mala wan de girtiye. Aslantekîn diyar kir ku bê ku ti hinceta nîşan bidin ketin mala û mala me belav kirin. Aslantekîn bilêv kir ku polîsan telefonî hevserê wê kiriye û piştî hevserê wê hatiye mal ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.
Welatiyê bi navê Azîz Aslantekîn jî da zanîn ku ew piştî nîv saetê di binçavan de maye û binçavkirina xwe wiha vegot: “Ez li ser karê xwe bûm. Telefon ji min re hat gotin ku polîs hatine te dixwazin. Ez jî hatim malê û ez hatim binçavkirin. Gotin ku ev çend rojin em te dişopînin û cîranê te, te îxbar kiriye. Min jî ev qebûl nekir û piştî binçavkirina nîv saetê ez hatim berdan. Lê min ji wan re gotin ku ez ê der barê wan de gilî bikim.”