Li bajarê Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê agir bi dibistanekê ket. Di encama şewatê de 7 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 31 jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku temenê zarokan derdora 12 salan e.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, îro di saetên danê sibê de li gundê Şînê Abad ê Pîranşarê agir bi dibistaneke seretayî ket û di encamê de 7 zarok jiyana xwe ji dest dan, 38 jî irîndar bûn.
Li gorî agahiyên şahidên bûyerê dane, 7 zarok beriya bigiînin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane û piraniya zarokan li xweşxaneyê nehatine dermankirin. Zarokên ku rewşa wan lezgîn bûn rakirin Urmiyeyê.
Her wiha hate îdîakirin ku ambulansa ku zarokên birîndar dibir Urmiyeyê di rê de qeza kiriye û hin zaraok jiyana xwe ji dest dane.