Li Pertaxê meşa li dijî çetetiyê

Li navçeya Dêrsim Pertaxê, li dijî çetetiyê meşek hat lidarxistin.

Li navçeya Dêrsim Pertaxê, li dijî çetetiyê meşek hat lidarxistin. Di meşê de nûnerên DBP, HDP, EMEP, Partîzan û şêniyên navçeyê amade bûn. Girseya gel li ber avahiya PTT'ê li hev kom bû û bi dirûşmên "Ji çetetiyê, fûhûşê re na", "Li Pertaxê em bîraxaneyê naxwazin" û "Bijî Serok Apo" heta meydana navçeyê meşiya.

Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Bajêr Ergîn Dogrû li vê derê axivî û got, "Desthilatdarên ku nekarî nasnameya şoreşger a Dêrsimê bi komkujî û qirkirinan re qetil bikin, îro bi polîtîkayên asîmîlasyon û dejenerekirinê re dixwazin nasnameya Dêrsimê tine bikin. Têkoşîna me heta roja îro bi ciwanan hebû û wê bi ciwanan hebe. Desthilatdarên ji vê ditirsin, dixwazin ciwanên Dêrsimê yên rêhevalên Mazlûman, Îboyan, Sakîneyane, bi polîtîka û siyaseta xwe ya qirêj re tine bikin. Em ê bi têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî re destûrê nedin vê yekê."

Dogrû da zanîn ku hêzên serdest polîtîkayên xwe yên qirêj ne tenê li hemberî ciwanan li hemberî cihêrengiyên baweriyê jî bikar tînin û dixwazin ji hev cihê bikin. Dogrû got, "Ji bo me bawerî çavkaniya dewlemendiyê ye. Em ê rê nedin paşverûtiya AKP'ê ku dixwaze li Pertaxê li ser Elewîtî û Sunnîtiyê gelê me parçe bike. Bi Elewî, Sunnî, Tirk û Kurd her kesên li Dêrsimê dijîn Dêrsimî ne, hemû Kurdistanî ne. Bi xurtkirina yekîtî û piştevaniya xwe re em ê li dijî polîtîkayên qirêj ên serdestan, Dêrsim a xweser ava bikin."