Hate diyakirin ku, serê sibê li bejahiya gundê Eskar yê navçeya Pasûrê ya Amedê operasyona leşkerî hate destpêkirin.
Li gorî agahiyan, herêmên Şînag, Mezrî, Gîzîr û Kelasor yên li bejahiya gundê Eskar yê navçeya Pasûra Amedê ji aliyê helîkopteran ve hatiye bombebarankirin. Hate zanîn ku, piştî bombebaranê li herêmê bi tevlîbûna wesayîtên zirxî operasyon hatiye destpêkirin.
Hate ragihandin ku, li herêmê dem dem dengê çekan tên.