Li Parîsê ji doza DHKP-C ji bo 2 kesan heta 8 salan ceza tê xwestin

Li Parîsê ji doza DHKP-C ji bo 2 kesan heta 8 salan ceza tê xwestin

Li Paytexta Parîs ya Fransayê di doza DHKP-C’ê ji bo du kesan cuda cuda 8 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.

Duh li Dadgeha Cezaya Giran a Parîsê doza DHKP-C’ê hat dîtin û ji bo berpirsê DHKP-C yê Fransayê 8 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. Dozger ji kesekî din jî bi îdiaya ku berpirsê aboriyê yê Frsayê ye dîsa 8 sal xwest.

Ji bo kesên din jî ji du salên girtîgehê yên tecîllî 6 sal hepsa girtî ceza xwestin. Her wiha dozger xwest ku Komeleya Piştevanî û Çandê ya Anatolya ya Parîsê bê girtin.

15 kes bi vê komeleyê re wekê ku fonên xwe ji Tirkiyeyê re dişînin tên sûcdar kirin. Ji van kesan yek di 1990’î de ji ber bûyerên DHKP-C hatibû mehkumkirin. Doz roja Pêncşemê bi encam dibe.