16. salvegera Komploya Navneteweyî li Panos û Bismilê hat şermezarkirin. Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê jî saziyên HDP, DBP, KJA, MEYADER jî di nav de, têkildarî çalakiyên xwe yên wê 15’ê Sibatê pêk bînin bangawazî kirin.
PANOS
Li navçeya Panos a Agirî komplo di 16. salvegera xwe de bi meşekê hat şermezarkirin. Bi sedan kesên li ber avahiya DBP’ê ya navçeyê kom bûn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê hilgirtin û pankarta, “Em komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin” vekirin. Welatî bi dirûşmên, “Bimire komploya 15’ê Sibatê”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “PKK gel e gel li vir e” ber bi Navenda Kar a Şaredariyê ve meşiyan. Piştî meşê li ser navê Meclîsa Ciwanan a DBP’ê Şahîn Yilmaz daxuyanî da.
Piştî daxuyaniyê, girse bi dirûşman careke din ber bi avahiya DBP’ê ve meşiya.
BISMIL
Li navçeya Bismil a Amedê, şermezarkirina komployê ku wê hefteyekê bidomin, çalakî di roja çaremîn de ne. Bi hezaran kesên ku hatin gel hev meşa bi meşale li dar xistin. Hevserokên Rêxistina DBP’ê Abdulsamet Bîçîm û Celîle Kaplan, Hevşaredarê Bismilê Resûl Sari û bi hezaran kes li ber Komeleya Welatiyên Wekhev û Azad a Şentepe kom bûn. Girseyê posterên Ocalan, yek ji kadroyên pêşeng ê PKK’ê Mahsum Korkmaz û alên PKK’ê hilgirtin. Girse bi meşaleyan ber bi Cadeya Nato ve meşiya.
Di tevahiya meşê de dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Bimire komploya 15’ê Sibatê", "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin gotin. Piştî meşa heta Taxa Tekel, girse careke din, ber bi Komeleya Welatiyên Wekhev û Azad a Şentepe meşiya.
MIDYAD
Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê jî saziyên HDP, DBP, KJA, MEYADER jî di nav de, têkildarî çalakiyên xwe yên wê 15’ê Sibatê pêk bînin bangawazî kirin. Di daxuyaniya ku li avahiya HDP’ê hat dayîn, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê Harbiye Demîr got ku ji ber 16. salvegera Komploya Navneteweyî 14’ê Sibatê bi şîara, "Bi Rêbertiya azad ber bi pêşeroja azad” wê meşekê li dar bixin.
Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Navçeyê Zubeyîr Erîk jî diyar kir ku di çarçoveya kampanyaya, "Ji Ocalan re Azadî” li navçeyê 60 hezar îmze kom kirine û got, "Em hêvîdar in di demeke kurt de Rêbertiya me û Şengal jî wek Kobanê azad bibin." Erîk da xuyakirin ku Ereb û Sûryanî jî eleqeyeke mezin nîşanî kampanyayê didin.