Li Oremarê 2, li Qilabanê jî leşkerek hatin kuştin
HPG'ê diyar kir, di çalakiya li herêma Oremarê ya Geverê de 2, li bejahiya navçeya Şirnex Qilabanê jî leşkerek hatine kuştin.
HPG'ê diyar kir, di çalakiya li herêma Oremarê ya Geverê de 2, li bejahiya navçeya Şirnex Qilabanê jî leşkerek hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, îro saet di navbera 08:00-08:30 de li hemberî hêzên artêşa Tirk ên li dora girên Şehîd Rahîme û Şehîd Zerdeşt ên Oremarê bi cih bûbûn çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.
HPG'ê da xuyakirin, ku piştî çalakiyê artêşa Tirk obus û hawan avêtiye qada Şehîd Rahîme.
Gerîlayên HPG'ê, li navçeya Şirnex Qilabanê jî li hemberî yekîneyên artêşa Tirk ên li Girê Şehîdan bi cih bûbûn, çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û li vir leşkerekî Tirk hat kuştin. Di çalakiyê de leşkere jî birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa Tirk ji qereqola Tepê Sor, bombe li herêmê barand.
Her wiha hat ragihandin, operasyona di 10'ê Nîsanê de li navçeya Bedlîs Xîzanê hat destpêkirin, roja 11'ê Nîsanê bi dawî bû, lê hînê yekîneyên veşartî li qadê ne.