Li Nisêbînê wesayîta zirxî hate îmhakirin
Li Nisêbînê ku êrîşên dijwar diqewimin, wesayîteke zirxî ya hewl da bikeve Taxa Abdûlkadîrpaşa ji aliyê hêzên YPS û YPS-Jinê hate îmhakirin.
Li Nisêbînê ku êrîşên dijwar diqewimin, wesayîteke zirxî ya hewl da bikeve Taxa Abdûlkadîrpaşa ji aliyê hêzên YPS û YPS-Jinê hate îmhakirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê şerên dijwar diqewimin. Wesayîteke zirxî ya hewl da bikeve Kolana Kanarya ya Taxa Abdûlkadîrpaşa ji aliyê hêzên YPS û YPS-Jinê hate îmhakirin.
Têkîldarî êrîşa li nêzî Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê ya Kevin hê ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin, ji taxê dûmanên giran radibin.
Her wiha li navçeya ku berxwedan bê navber didome, bi taybet piştî êrîşa dawî gelek wesayîtên zirxî hatin sewqkirin.
Şer li taxên Abdulkadîrpaşa, Kişla û li Cadeya Onder bi awayekî dijwar dewam dikin.