Li Nisêbînê tankek hat îmhakirin
Li Nisêbînê ku tevahiya rojê şerên dijwar lê qewimîn, tankek ji aliyê hêzên YPS û YPS-JIN’ê ve hate îmhakirin.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji saetên sibehê ve şerên dijwar dewam dikin. Li taxên Dîcle, Yenîşehîr, Abdûlkadîrpaşa, Firat, Kişla û Zeynelabidîn ên navçeyê êrîş bi dijwarî didomin, tevgera ambûlansan bi awayekî zêde pêk tê. Tankek ji aliyê hêzên YPS û YPS-JIN’ê ve hate teqandin. Tanka ku hat derbkirin bi tankeke din ve hate girêdan û di pişt wesayîtek sergo de ji taxê hate derxistin. Tevgera ambûlansan a li ser rêya Cûmhûriyetê jî balê dikişîne.
Li aliyê din bi taybet şerên dijwar ê li Taxa Abdûlkadîrpaşa hê jî berdewam dike. Di navbera hêzên çekdar ên rejîma AKP’ê yên ku dixwazin bikevin rêya Şîrînê û şervanên YPS û YPS-JIN’ê de şerên dijwar pêk tên. Ji navçeyê dengê bomberdûmanên bi hêz tê bihîstin.