Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, berxwedana xwerêveberiyê di roja 43. de ye. Ji maşînên zirxî yên li dora nexweşxaneya berê bi cih bûne, top li kolana Şîrîn a taxên Firat û Abdulkadîrpaşa bi hev ve girê dide, hat barandin. Bomberdûmanê heta ber destê sibehê dewam kir. Piştî bomberdûmanê dûyekî reş bi ser navçeyê de ket. Li navçeyê ambûlans bênavber di nava tevgerê de ne.
Şerê li taxên berxwedanê roj bi roj dişide. Çeteyên Qesrê li pêşberî berxwedanê nikarin bi pêş de biçin. Ciwanên li taxên berxwedanê li ber xwe didin, li van taxan li sirûdên berxwedanê didin. Ev sirûdên berxwedanê bi rêya hoparloran li çar aliyên navçeyê deng vedidin.
Şerê li taxan di vê kêliyê de jî bi dijwarî dewam dike.