Li Nisêbînê sewqiyata tankan

Hêzên dewletê yên nikarin li hember berxwedana xwerêveberiya li Nisêbînê bi pêş de biçin teqwiyeya hêzê didomînin. Gelek tank bi TIR’an birin Nisêbîna 17 roj in di bin dorpêçê de ye.

Hêzên dewletê yên nikarin li hember berxwedana xwerêveberiya li Nisêbînê bi pêş de biçin teqwiyeya hêzê didomînin. Gelek tank bi TIR’an birin Nisêbîna 17 roj in di bin dorpêçê de ye.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 17 roj in dorpêça hêzên dewletê didomin, hêzên dewletê yên nikarin li beranberî berxwedana hêzên YPS û YPS-Jinê de bi pêş de biçin, teqwiyaya hêzên ji navçeyê re dikin. Gelek tankên ku ne diyar e bê ka ji kû derê anîne, bi TIR’an kişandin Nisêbînê. TIR’ên tank barkirî yên ji Rêya Îpekê birin Nisêbînê ji aliyê gelek wesayîtên zirxî hatin parastin.