Li Nisêbînê şerekî dijwar diqewime
Li Nisêbînê ku êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk lê dewam dike, di navbera çeteyên Qesrê û hêzên YPS/YPS Jinê de şerekî dijwar diqewime. Ji ber bomberdûmana taxan jî şewat bi gelek xaniyan ket.
Li Nisêbînê ku êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk lê dewam dike, di navbera çeteyên Qesrê û hêzên YPS/YPS Jinê de şerekî dijwar diqewime. Ji ber bomberdûmana taxan jî şewat bi gelek xaniyan ket.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, ku ev 23 roj in êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk lê dewam dikin, ji danê nîvro û vir ve şerekî dijwar diqewime.
Ji danê sibehê ve bomberdûmaneke giran li kolanên Şîrîn û Kanarya yên di navbera taxên Firat û Abdulkadîrpaşayê de cih digirin, tê kirin. Ji ber bomberdûmanê şewat bi gelek xaniyan ket.
Li taxên Firat û Abdulkadîrpaşayê, şer giran e.
Ji van taxan dengê çekan her tê. Di navbera çeteyên Qesrê yên çar alî dorpêç kirine û endamên YPS/YPS Jinê de şerekî dijwar heye.