Li Nisêbînê şer û bomberdûman dewam dikin
Li Nisêbînê, ku êrîşên hêzên dewleta Tirk di roja 23. de ne, şerekî dijwar diqewime. Taxên berxwedanê bê navber tên bombekirin.
Li Nisêbînê, ku êrîşên hêzên dewleta Tirk di roja 23. de ne, şerekî dijwar diqewime. Taxên berxwedanê bê navber tên bombekirin.
Li Nisêbînê, ku êrîşên hêzên dewleta Tirk di roja 23. de ne, şerekî dijwar diqewime. Li hemberî taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcleyê bomberdûman bê navber dewam dike. Bi taybetî top û hawan li Kolanên Şîrîn û Kanarya yên navbera taxên Firat û Abdulkadîrpaşayê tên bombekirin. Li taxên bomberdûman lê tên kirin, şer bi dijwarî diqewime. Dû bi ser van taxan ketiye.
Li aliyê din, li taxan timî teqînên dijwar rû didin. Ambûlansên li navçeyê her di nava tevgerê de ne.