Li Nisêbînê midûrê dibistanê û mamosteyek hatin desteserkirin

Li Nisêbînê midûrê dibistanê û mamosteyek hatin desteserkirin

Hate ragihandin ku, mamosta û midûrê Dibistana Seretayî ya Bajarokê Akarsû yê girêdayî navçeya Nisêbînê hatine deste serkirin. Hate îdîakirin ku, midûr û mamosta ji aliyê gêrîlayan ve hatine desteser kirin.

Hate ragihandin ku, du kesên çekdar hatine Dibistana Seretayî ya Bajarokê Akarsû midûr Huseyîn Mete û Mamostayê Wêjeyê yê Amadeyiya Pir Programî Eray Yildiz xistine otomobîlekê û birin. Hate îdîakirin ku, her du ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve hatine binçavkirin. Di derbarê bûyerê de HPG’ê ti daxuyanî nedane, her wiha hate ragihandin ku, li herêmê operasyon hate destpêkirin.