Li Nisêbînê maşîneke zirxî hat rûxandin

Li Nisêbînê, ku li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedaneke mezin tê nîşandan, di nava du mehan de gelek maşînên zirxî hatin rûxandin. Li navçeyê bi dehan tîmên taybet hatin kuştin. Wêneyên yek ji van maşînan gihaştin ANF'ê.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, şervanên YPS/YPS Jinê yên êrîşên çeteyên AKP/Qesrê dişikînin, kepçeyeke zirxî ya malên gel xera dikir, rûxandin.

Li Nisêbînê ku fermandarên dewleta Tirk ên operasyonên qirkirinê dimeşand lê hatin îmhakirin, heta niha bi dehan tîmên taybet hatine kuştin. Herî dawî kepçeyeke zirxî ya ji bo xerakirina malên gel ket nava kolanekê, hat îmhakirin.

Wêneyên vê kepçeya zirxî gihaştin navenda nûçeyan a ANF'ê.

...