Li Nisêbînê li hember wesayîta zirxî çalakî

Maşîneya zirxî ku ket taxê rastî teqînê hat. Di teqinê de çeteyekî qesrê mir û 7 kes di nav de rojnameger jî hene birîndar bûn.

Di encama çalakiya bi roket a li Nisêbînê 4 tîmên taybet birîndar bibûn. Ji kesên ku birîndar bûn hate zanîn ku tîmek miriye. Li aliyê din maşîneya zirxî ku ket taxê rastî teqînê hat. Di teqinê de polîsekî jiyana xwe ji dest da û 7 kesên di nav de rojnameger jî hene birîndar bûn. 

Di saetên êvarî li dijî wesayita zirxî ya ku xwest têkeve taxa Firat ya Nisêbînê ji aliyê hêzên YPS û YPS-JİN'ê çalakiya bi roketan pêk hatibû. Hat diyarkirin ku di encama çalakiyê de 4 çeteyên qesrê birîndar bûne. Çeteyên ku birîndar bûn bi ambûlansan rakiribûn nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Çeteyekî ji tîmên ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Li aliyê din maşîna zirxî ku xwest rojnamegeran têxe taxê jî rastî teqînê hat. Di teqînê de çeteyek hat kuştin û 7 kes rojnameger jî di nav de hene birîndar bûn.