Li Nisêbînê jinan ji bo greva birçîbûnê çalakiya rûniştinê pêkanîn

Li Nisêbînê jinan ji bo greva birçîbûnê çalakiya rûniştinê pêkanîn

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi sedan jinan bi armanca piştgiriya dayîna çalakiya birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê 12’ê Îlonê dest bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine, li Parka Barişê çalakiya rûniştinê pêkanîn.

Jinan berdilkên reş yên “Ji mirinê re bêdeng nemîne” nivîsî li xwe kirin û dowîzên “Girtîgeh: miringeh”. Seroka BDP’a Nisêbîneê Ayten Kahraman, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Înîsyatîfa Dayîkên Aştiyê, Endamên DOKH’ê û gelek jin tevlî çalakiya rûnitşinê bûn.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku, çalakiya birçîbûnê kete roja 56’an û hate gotin: “Êdî pêwîste bersiva daxwaza bidin. Em ji bo hevalên xwe li vir kombûn. Heya dilopa dawî ya xwîna xwe jî em dê li pişt hevalên xwe bin.” Çalakiya rûniştê bi sloganên “Jin ji mirinê re bêdeng namînin”, Bijî berxwedana zindanan” bidawî bû.