Li Nisêbînê derb li tankekê hat xistin
Li Nisêbîna berxwedêr, tankeke dewleta Tirk a hewl dida bikeve nava taxan, bi êrîşa bombeyî ya hêzên YPS'ê re derb xwar.
Li Nisêbîna berxwedêr, tankeke dewleta Tirk a hewl dida bikeve nava taxan, bi êrîşa bombeyî ya hêzên YPS'ê re derb xwar.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, çeteyên qesrê ji hêzên YPS'ê her derban dixwin.
Topbarana danê sibehê li hemberî taxên berxwedanê destpê kir, dewam dike. Tankeke dewleta Tirk a hewl dida bikeve nava taxan, bi êrîşa bombeyî ya hêzên YPS'ê re derb xwar.
Di encama çalakiyê de wer li tankê hat nema dikare bê bikaranîn. Lewma ev tank bi tankeke din ji cihê bûyerê hat kişandin û ew birin Leşkergeha li Nisêbînê.
Çeteyên qesrê ji ber berxwedana xurt a hêzên YPS'ê ji neçarî xwe vekişandin û careke din dest bi topbaranê kirin.
Li taxên berxwedanê her wiha teqînên dijwar jî rû didin. Çûn û hatina ambûlansan ber bi herêmê ve her dewam e.
Topbarana li hemberî taxên Zeynelabîdîn û Kişla yên li ser sînorê Qamilo ye, bi dijwarî dewam dike.