Li Nisêbînê çeteyekî Qesrê hate kuştin
Li Nisêbînê di çalakiya YPS/YPS-JIN’ê de 3 çeteyên Qesrê bi giranî birîndar bûn, yek jî mir.
Li Nisêbînê di çalakiya YPS/YPS-JIN’ê de 3 çeteyên Qesrê bi giranî birîndar bûn, yek jî mir.
Li Nisêbînê di çalakiya YPS/YPS-JIN’ê de 3 çeteyên Qesrê bi giranî birîndar bûn, yek jî mir.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê şerên giran dewam dikin. Çeteyên Qesrê yên hewl dan bikevin kolana Demîr a Taxa Abdûlkadîrpaşayê rastî çalakiya şervanên YPS/YPS-JIN’ê hatin. Di çalakiyê de 3 çeteyên Qesrê bi giranî birîndar bûn, çeteyekî Qesrê jî mir. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Her wiha li navçeyê şerên dijwar didomin. Di êrîşên li ser taxên Abdûlkadîrpaşa, Kişla û Zeynelabîdînê giran bûne de wesayîtên zirxî yên ev tax dorpêç kirine, her wiha tax dane ber obus û topan.