Li Nisêbînê bomberdûman û şer giran e

Li Nisêbînê, êrîşa bi hawan, top û obusan dewam dike. Di navbera hêzên rejîma Tirk û endamên YPS/YPS Jin de şerekî dijwar destpê kir.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, ku êrîşên qirkirinê û berxwedana li hemberî van êrîşan dewam dikin, hêzên dewleta Tirk bê navber êrîşî taxên berxwedanê dikin. Hêzên rejîma Tirk ên 24 roj in bi her cure çek û teknîka xwe nikare bi pêş de biçin, ji duh bi şev û vir ve hawan, top û obusan davêje taxên berxwedanê û malan xera dikin.

Li taxên Firat, Abdulkadîrpaşa û Dîcleyê, ji ber êrîşan şerekî dijwar diqewime.

Li van taxan her wiha teqînên dijwar qewimîn. Li ser bersiva hêzên YPS/YPS Jinê, şer giran bû û liv û tevgera ambûlansan li navçeyê destpê kir. Hêzêan dewleta Tirk her wiha vînçeke bi palet jî birin herêmê.

Li taxên berxwedanê, berxwedana YPS/YPS Jinê pêşî li hêzên rejîma Tirk digire.