Li Nisêbînê berê tankan dan Qamişloyê

Li Nisêbînê berê tankan dan Qamişloyê

Piştî tevgera leşkerî ya li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê berê tankên li ser sînor hatine bicihkirin da Qamişloyê.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di rojê dawî de tevgera leşkerî zêdebû. Li 2'emîn Tabûra Sînor ya Qişleya Kenan Dalbaşar jî wesayîtên zirxî hatin zêdekirin û li Qereqola Demîrtepe ya li ser sînor jî tank lê hatin bicihkirin.

Berê tankên li ser sînor hatine bicihkirin dan Qamişloyê.