Girseya ku li navçeya Nisêbînê piştî greva birçîbûnê bi dawî bû, şahî pêk anîn, rastî mudaxeleya polîsan hatin. Di mudaxaleya polîsan de 2 jê zarok 5 kes birîndar bûn.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê koma ku piştî çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bû çalakî pêk anîn, rastî mudaxeleya polîsan hat.
Koma ku li Kolana Şirinê û Pira Ahmet Kaya û herêma Demiryolu kom bûn, rê li trafîkê girtin. Komê piştî demekê çalakî pêk anî rastî mudaxeleya polîsan hatin. Polîsan di mudaxaleyê de 2 jê zarok M.A (16), S.A (12) û 3 kesên ku navê wan nehat zanîn binçavkirin. 5 kesên ku hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Nisêbînê.