Li Nisêbînê 2 zarok hatin girtin

Li Nisêbînê 2 zarok hatin girtin

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji 8 zarokên hatin binçavkirin 2 jê zarok hatin girtin.

Li qadên Şîrîn, Kanarya, Pira Ahmet Kaya û Demiryolu di çalakiyên ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê girseyên ku çalakî pêk anîn rastî êrîşa polîsan hatibûn. Di êrîşan de 8 zarokên bi navê M.A ( 16), M.G ( 13), H.Y( 13), Ş.G (14), B.A (16), Ş.C. (17), R.O. û Î. O. (16) hatibûn binçavkirin. Ji zarokên ku hatin binçavkirin Î.O (16) û R.O., bi îdîaya "Endamê rêxistinê ne" hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. 6 zarok jî serbest hatin berdan.