Li Nisêbînê 2 POH'ên din jî hatin kuştin
Li Nisêbînê tîmên taybet ên dema xwestin bombeyekê îmha bikin, bombe bi wan de teqiya û di encama teqînê de 2 tîm mirin. Her wiha li Nisêbînê îro hejmara kuştiyên hêzên dewletê gihaşt 6'an.
Li Nisêbînê tîmên taybet ên dema xwestin bombeyekê îmha bikin, bombe bi wan de teqiya û di encama teqînê de 2 tîm mirin. Her wiha li Nisêbînê îro hejmara kuştiyên hêzên dewletê gihaşt 6'an.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê teqînek pêk hat û di encama vê teqînê de 2 tîmên taybet mirin. Hat zanîn ku dema tîmên taybet xwestin bombeyekê îmha bikin bi wan de teqiyaye û di encama teqînê de 2 tîm mirine.
Her wiha îro tevî kuştina serdar û amîrekî hejmara kuştiyên hêzên dewletê gihaşt 6'an.
Li Nisêbîna ku êrîş didomin, di teqîna ku dema tîmên taybet ketibûn malekê de serdarek, du amirên emniyetê, 3 tîmên taybet mirîbûn. Di dema teqînê de 10 tîmên taybet jî birîndar bûn.
Beriya niha jî di teqînek avahiyeke din de hate ragihandin ku herî kêm 2 tîmên taybet ên din jî hatine kuştin.
Danê sibehê jî tîmekî taybet hatibû kuştin. Bi vê ve jî hejmara tîmên taybet ên hatine kuştin bûn 6.