Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Amedê têla asansorê ya di qata 3’mîn de qetiya û 8 kesên di asansorê de birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, asansora beşa lezgîn ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Amedê ji ber sedema zêde bikaranînê têla wê qetiya. Asansora ku ji qata 3’mîn ket 8 kes birîndar bûn. Hate îdîakirin ku, bûyer ji ber sedema asansora ku 8 kesan di hilgire 14 lê siwar bûne pêkhatiye.
Birîndar rakirin nexweşxaneyê, hate hînbûn ku têkildarî bûyerê hûrkolîna îdarî û edlî hate destpê kirin.