Li Nexweşxaneya dewletê teror

Hat ragihandin personelê Şirnexî yên ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dixebitin, bi hinceta ku “agahiyan dide ji derve” ji nexweşxaneyê hatin dûrxistin.

Li Şirnexê dorpêç û êrîş berdewam dikin, hat ragihandin ku personelê Şirnexî yên ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dixebitin, bi hinceta ku “agahiyan dide ji derve” ji nexweşxaneyê hatin dûrxistin. Nehat zanîn ku fermana ji kar dûrxistinê ji aliyê kê ve hatiye dayîn, hat diyarkirin ku rêveberiya nexweşxaneyê ji bo personelê Şirnexî wiha gotiye: “Tê gotin ku li vir agahî diçin ji der ve. Tê payîn ku agahî ji vir belav bûne. Divê heta ku qedexeya kolanan li ser bajar hebe hûn ji derveyî bajêr bin.”

Li Şirnexê ji beriya 14’ê Adarê ku “Qedexeya kolanan” hatibû îlankirin, doxtor û xebatkarên tendirûstiyê yên ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê kar dikirin, piştî wezîfedarkirina ji bo navçeya Şirnexê, Tîmên Medîkal ên Netewî yên girêdayî AFAD’ê sewqî bajar kiribûn.

Li vir 1 jê jin cenazeyê 3 kesên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên ragirtin. Malbata Yasîn Elçî yê ku di şerê li Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû û ji aliyê Koordînasyona Giştî ya YPS’ê ve hatibû eşkerekirin, ji bo cenazeyê zarokê xwe teşxîs bike serî li nexweşxaneyê da. Pişît teşxîskirinê malbatê diyar kir ku cenaze ne aîdê zarokê wan e.

Ji aliyê Koordînasyona Giştî ya YPS’ê ve nasnameya 8 şervanên berxwedêr ku di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn bi raya giştî re hate parvekirin. Li gorî daxuyaniyê, navên şevanên YPS û YPS-Jin yên ku jiyana xwe ji dest dane wina ne: “ Gurbet Kaya, Omer Aslan, Mahmût Surgît, Mehmet Înan, Ceylan Sayar, Yasîn Elçî û Botan Nisêbîn.”