Li herêmê Çiyayê Kozme yê li bajaroka Qizilxaçê ya Mûşê operasyonekî berfireh ya leşkerî hate destpêkirin.
Li gorî agahiyan li herêma Zengok, Kup, Delav, Kavus, Dazîkom, Dellîke, Axçar û Çiyayê Kozmayê yên girêdayî bajaroka Qizilxaçê ya Mûşê operasyonekî berfireh ya leşkerî hate destpêkirin. Hate ragihandin ku, bi helîkopteran ji navçeya Pasurê ya Amedê cerdevan anîn herêma operasyonê û cerdevanên herêma Qizilxaçê jî tevlî operasyonê bûn.
Bi wesayîtên sivîl gelek leşker ber bi herêma operasyonê ve hatin sewqkirin. Bi 4 helîkopteran jî leşker û muhîmatê birin herêma operasyonê. Operasyona li sêgoşeya Amed, Mûş û Çewlîkê destpê kir berdewam dike.