Li Mûşê di nav de Serokê TUHAD-DER’ê Alî Riza Barûtçû jî heyî 4 kes hatin girtin.
7 kesên ku duh ji aliyê polîsên girêdayî Midûriyeta Polîsan ya Mûşê û leşkerên Fermandariya Cendirmeyan ya Bajar ve di serdegirtina malan ya li gund û bajar de hatibûn binçavkirin, piştî karê fermî yê li emniyetê şandin dozgeriyê. 7 kesên ku îfadeyên wan li dozgeriyê hatin girtin, bi daxwaza girtinê şandin Dadgeha Nobedar ya Cezayê Giran ya Mûşê. Li vir piştî îfade girtinê 3 kes hatin berdan û Cîhan Akpolat, Serokê TUHAD-DER’ê Alî Riza Barûtçû, Kerem Çitanak û Cebraîl Balkaya bi îdîaya “Endamên rêxistinê ne” hatin girtin û şandin girtîgehê.