Li Mûşê serdegirtina malan tevî rêveberên BDP'ê gelek kes hatin binçavkirin.
Polîs û leşkeran li navenda Mûş û gundên Mûşê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de li malan lêgerîn pêk hat. Di serdegirtinan de li gundê Kavarê Cîhan Akpolat û li navenda Mûşê jî Serokê TUHAD-DER'ê yê Mûşê Alî Riza Bartuçu û endamên BDP'ê Şemsettîn Ataş, Kerem Çitanak hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûryita Polîsan a Mûşê. Hate hînbûn ku dibe hejmara binçavkirina zêde bibe.