Li Munchenê çalakiya edaletê

Li bajarê Elmanya Munchenê çalakiya 'bêdengiya we ji ber hevkariya we' hat lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Munchenê çalakiya 'bêdengiya we ji ber hevkariya we' hat lidarxistin.

Li ber Konsolosiya Fransayê ya li bajarê Elmanya Munchenê, ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileyê de li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiya 'bêdengiya we ji ber hevkariya we ye' hat lidarxistin.

Di çalakiyê de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin, belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û belavkirin. Di axaftinên li çalakiya ku YXK Munchen û Kurdistanî lê amade bûn de, hat destnîşankirin ku bêdengiya Fransayê tê wateya hevkariya wê. Axaftvanan diyar kirin ku ev yek nayê fêmkirin û komkujî careke din protesto kirin.