Li Mûglayê bi çekan êrîşê mala xwendekarên Kurd kirin
Li Mûglayê bi çekan êrîşê mala xwendekarên Kurd kirin
Li Mûglayê bi çekan êrîşê mala xwendekarên Kurd kirin
Li metropolên Tirkiyeyê êrîşên faşîzan, bi taybetî li dijî xwendekar û karkerên Krud dewam dikin. Herî dawî jî li Muglayê li dijî malekî xwendekarên Kurd lê dimînin êrîş pêk hat.
Lig orî agahiyan, şevê din saet li derdora 22.00’an, li navçeya Muglay Urlayê, komekî ulkuciyên faşîst êrîşî mala xwendekarên Kurd lê dimîn kirine.
Tê gotin li vê avahiya ku rastî êrîşê hatî xwendekarên ji Şemzînan, Bedlîs, Mêrdîn û Agiriyê hene.
Ji xwendekaran Nazim Îren û Buletn Saraç anîn ziman ku li her kolanê kamerayên mobese û ewlehiyê hene, lê tevî vê yekê jî polês li şûna êrîşkaran tên me lêpirsîn dikin.
12'ê Gulana 2010'an jî, dîsa li Muglayê komekî faşîst bi alikariya polêsan êrîşî xwendekarên Kurd kiribûn. Di vê êrîşê de polêsê bi navê Gultekîn Şahîn gulle li xwendekaran reşandibû û ciwanê Kurd Şêrzan Kurt qetil kiribû.
Dadgehkirina polêsê kujêr Şahîn 2 salan dewam kir, lê di encamê de dadgeha Tirk biryar da ku sûcê kujêrê Şêrzan Kurt, Gultekîn Şahîn tune ye.