Li Miştenûrê ji bo ‘Azadiya Ocalan’ meşiyan
Gelê Kobanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Kampa Miştenûr heta gundê Tik Şiîr yê dikeve Rojavayê Kobanê meşiyan.
Gelê Kobanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Kampa Miştenûr heta gundê Tik Şiîr yê dikeve Rojavayê Kobanê meşiyan.
Meş bi diruşmeya “Azadiya Rêberê Apo temînata Aşîtiya Rojhilata Navîn e” de hat organîzekirin. Beşdarên meşê alên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên têkoşeran rakirin. Her wiha diruşmeyên ‘Bê Seroka jiyan nabe’ hate qîr kirin.
Piştî ku çalakvan gihîştin gundê Til Şiîr, Endama Rêberiya Kampê Hewê Hesen ve axaftin hat kirin.
Hewê di axaftina xwe de tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan tê meşandin şermezar kir û ev tişt gotin: “Ev bûye salek û 7 meh ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd, nayê girtin. Çi dibe bila bibe em dev ji têkoşîna ji bo azadiya Serokê xwe bernadin. Em weke gelê Kobanê heta ku ji destê me were, em bi jin, zarok û pîrên xwe li ser piyan bin.”
Di dawiya meşê de jî diruşmeyên ’Bê serok jiyan nabe’ hatin berzkirin.