Li Minbicê 7 şervanên azadiyê hatin oxirkirin

Bi hezaran welatiyê bajarê Minbicê cenazeyên 7 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên ku di encama topbarana artêşa Tirk a agirker de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmeke heybet hatin oxirkirin.

Bi hezaran welatiyên bajarê Minbicê li ber avahiya nexweşxaneya Wetenî kombûn, cenazeyên 7 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku di encama bombebaran artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, wergirtin û ber bi goristan Şehîdên Minbicê ve ku dikeve Bakurê bajar ve ketin rê.

Ji bo merasîma oxirkirina şehîdan jiyan li Minbicê rawestiya.

Li goristanê, ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ve marasîmekî leşkerî lidar xistin.Piştre Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û got: ”Di serî de em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Dema me Minbic rizgar kir em di wê baweriyê de bûn ku em ê parastina wê jî bikin”.

Derwîş êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser Rojavayê Minbicê bibîr xist û wiha pê de çû :”Armanca dewleta Tirk û çeteyên wê bi êrîşa gundên Rojavayê Minbicê ku şerê li dijî terorê asteng bikin û temenê DAIŞ`ê dirêj bikin. Di heman demê de derfeta nede pêkhateyên Minbicê ku jiyana hevbeş û ewle ava bikin”.

Hevserokê Meclîsa Sivîl a Minbicê Farûq Maşî jî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Maşî soza şopandina rêya şehîdan da û diyar kir ku li ber çavên cîhanê giştî dewleta Tirk tewanan li dijî gelê Minbicê dimeşîne.

Piştre nasnameyên 7 şervanên azadiyê ji aliyê Endamê Meclîsa Sivîl Qasim Remo ve hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Piştî radestkirina nasnameyan, gelê Minbicê cenazeyê 5 şervanên xwe di nava tilîliyan de defin kirin. Li ser daxwaza malbatan cenazeyên 2 şervanan yek li navçeya Ebû Qelqelî a Minbicê û şervanê din jî li bajarê Sirîn hatin definkirin.

Navên 7 şervanên azadiyê yên jiyana xwe ji dest dane: ”Mîmatî Minbic (Xazî Dahir), Dijwar Qamişlo (Munîr Kîno), Ebû Kadim (Mehmûd Sexîr), Ebû Nar (Hesen Hemze), Ezîz Casim, Kajîn Ebd Rezaq Tolan û Welîd Hesen.