Li Miksê çekên 70 cerdevanan hatin desteserkirin

Li navçeya Wan Miksê, çekên cerdevanên bi zorê biribûn mîtînga AKP'ê, ji ber ku tevlî çalakiya HDP'ê bûn hatin desteserkirin.

Li navçeya Wan Miksê, çekên 70 cerdevanan ji ber ku tevlî mîtînga HDP'ê bûn hatin desteserkirin."

Ji Fermandariya Garnîzona Jendermeyan a li Miksê bang li cerdevanan hat kirin û bi hinceta "tevlî çalakiya HDP'ê bûne" çekên wan hatin desteserkirin. Gelek ji wan jî hatin hişyarkirin ku xwe ji HDP'ê vegirin. 

Rayedarên dewleta Tirk dîmen û wêneyên cerdevanên berê tevlî çalakiyên DBP, HDP û BDP'ê bûne nîşanî cerdevanan dan û gotin, "Di destê me de wêneyên we yên li mîtînga HDP'ê hene. Em êdî ji we bawer nakin. Lewma em çekên xwe ji we distînin."

70 cerdevanên çek ji wan hatin stendin, dûre sewqî Dozgeriya Komarê ya Miksê hatin kirin.

Cerdevanan der barê mijarê de agahî dan û dan zanîn, ku çalakiyên hatine lidarxistin ên partiyeke siyasî ne û ji ber ku destûr jê re hatibû dayîn, ne qedexe bû, ew tevlî bûne. Cerdevanan diyar kirin, wan ev nêrînên xwe li qereqolê jî bilêv kirine û gotin, "Beriya niha em cerdevan li hev civandin û bi zorê biribûn mîtînga AKP'ê."