Li bajarokê Şenyûrt yê Mîdyatê 2 karkerên ku li mala kirêgirtibûn ji bo xwe gerim bikin menqel pêxistî û ji ber gaza karbonmonoksît ya ji menqelê derketî jehrî bûn û jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, Şeref Konak (33) û Hasan Yarar (32) ku li nêzî rêya Mêrdîn Taxa yenî ya bajarokê Şenyûrt yê Mîdyatê jiyan dikirin, du rojbûn malbatên wan agahî jêne digirtin, derî şikandin û ketin hundir. Malbat dema ketin hundir cesedên bêrih yên yên Konak û Yarar dîtin.
Cenazeyên ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mîdyatê, ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Amedê.
Şeref Konak û Hasan Yarar ku dikana seramîk û karo ya bi hev re didan xebitandin, beşa jêr dikanê weke mal ji xwe re bikar di anîn. Hate ragihandin ku, ji bo xwe gerim bikin menqel pêxistine û dibe ku ji ber gaza jê derketiye jehrî bûyî bin.
Hidir Geçer destnîşan kir ku, 4-5 sale herdu hevpar li bajarokê fayansa datînin û got; “Ew du roj bû ji wan agahî nedihat girtin. Xizmên wan nedikarin bi telephonê xwe bigehîninê. Xizmên wan ji Nisêbînê hatin.” Têkildarî bûyerê lêpirsîn didome.