Li Mêrsînê li dijî polîsan êrîş: 2 birîndar

Li Mêrsînê li dijî polîsan êrîş: 2 birîndar

Li taxa Yûmûktepe ya navçeya Toroslara Mêrsînê li dijî wesayita polîsan êrîşek çekdarî pêk hat û di encamê de 2 polîs birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di saetên danê êvarê de li dijî wesayîta polîsan êrîşa bi tifenga bi pompe pêk hat. Diendamê de herî kêm du polîs birîndar bûn. Hat diyarkirin ku polîsên birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Piştî êrîşê, li taxê gelek polîs hatin bicihkirin. Derbarê bûyerê de heta niha tu daxuyaniyek nehatiye dayin.