Li Mêrdînê qeza: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê du otomobîl li hev qelibîn. Di encama qezayê de 3 kes mirin 3 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê du otomobîl li hev qelibîn. Di encama qezayê de 3 kes mirin 3 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên hatin wergirtin, li ser rêya Midyad-Hezex du wesayît li hev qelibîn. Di qezayê de ajokar Yusuf Poçal, Merdiye (45), Aliye (45), Hulya (30) ve Velî Poçal (27) û pitika 20 rojî Botan birîndar bû. Ji birîndarên ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê Merdiye, Aliye û Hulya Poçal tevî hemû mudaxeleyan jî jiyana xwe ji dest dan. Ajokar Poçal, ji vir sewqî Mêrdînê hat kirin. Ajokarê wesayîta din O.T. hat binçavkirin.