Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê operasyona leşkerî hate destpêkirin.
Li herêma Ewêna, Cilîn û Qirdîrekê di demjimêrên êvarî de operasyona leşkerî hate destpêkirin. Li gorî çavkaniyên herêmî hate zanîn ku, gelek wesayîtên leşkerî veguhestine herêmê û li herêma çiyayî operasyon hatiye destpêkirin.