Li Mêrdînê 12 cerdevanên din ji bo danîna çekan serlêdan kirin

12 cerdevanên li gundê Xirabeka yên Kerboranê, li hemberî êrîşên dewletê yên li Kurdistanê serî li Qereqola Jendermeyan a Navçeyê dan û daxwaznameya îstifayê pêşkêş kirin.

Piştî ku 20 cerdevanên gundê Deywanê îstifa kirin, niha jî 12 gundê Xirabeka yê Kerboranê, ji bo îstifakirinê serlêdan kirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, Fermandarê Jendermeyan ê Navçeya Kerboranê çûye gund û ji cerdevanan xwestiye tevlî êrîşên qirkirinê yên li Nisêbînê bibin. 12 cerdevanan li hemberî vê daxwaza fermandarê qereqolê, çeka xwe dan qereqola jendermeyan û daxwaznameya îstifaya xwe pêşkêş kirin.

Ji navçeyên Mêrdînê di hefteya derbasbûyî de 66 cerdevanan nexwestibûn li hemberî gelê xwe şer bikin û çek danîbûn.