Li Marsîlya û Mîlanoyê komkujiya li Kobanê hat şermezarkirin
Komkujiya li Kobanê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat kirin, li bajarê Fransa Marsîlya û bajarê Îtalya Mîlanoyê bi awayekî girseyî hat protestokirin.

MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlyayê, bi sedan kesên li hev kom bûn ji Meydana Gambettayê dest bi meşê kirin. Di çalakiyê de êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên heman rojê li Tûnis, Qûweyt û Fransayê hatin protestokirin û dirûşmên "Kobanê ne bi tenê ye", "Terorîst DAIŞ, hevkar Tirkiye" hatin qîrîn. Di meşê de tevî Kurdan, saziyên Fransa, Ereb û Berberî jî amade bûn. Di axaftinên li çalakiyê de êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin protestokirin.
MÎLANO
Li bajarê Îtalya Mîlanoyê, Kurdistaniyên li Pîazza Dûomo hatin cem hev, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê protesto kirin. Di çalakiya ku dostên Kurdan ên Îtalî jî amade bûn de, tevî alên YPG û PKK'ê, pankartên balê dikişînin ser komkujiyê hatin vekirin û hat ragihandin ku dewleta Tirk bi desteka xwe ya ji bo DAIŞ'ê re hevkarê komkujiyê ye. Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku AKP tavilê dawî li desteka xwe ya ji bo DAIŞ'ê bîne û li ser mijarê bi sedan belavokên bi zimanê Îtalî hatibû nivîsandin hatin belavkirin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmên "Kujer Erdogan", "Vîva Kurdistan", "Vîva Kobanê" hatin qîrîn.