BI DÎMEN

Li lûtkeya Bagokê keşîşxaneya dîrokî: Dêr Xezal

Keşîşxaneya Mor Yakûp, tevî ku gelek caran hat şewitandin û xerakirin jî yek ji gelê qedîm ê Mezopotamyayê Suryanî nahêlin ev ronahiya keşîşxaneyê ku weke navenda perwerdeyê ye vemire.

Keşîşxaneya Mor Yakûp (Dêr Xezal) a li lûtkeya Çiyayê Bagokê hatiye çêkirin, tevî ku gelek caran hat şewitandin û xerakirin jî yek ji gelê qedîm ê Mezopotamyayê Suryanî nahêlin ev ronahiya keşîşxaneyê ku weke navenda perwerdeyê ye vemire. Berê vê keşîşxaneyê li Keleha Mêrdînê, li Deşta Mezopotamya Qamişlo-Nisêbînê û li Çiyayê Şengalê ye, ku ji aliyê Kurdên Êzidî ve pîroz tê dîtin.

Gelên qedîm ên Mezopotamyayê, li hemberî êrîşên derve û komkujiyan xwe li çiyê girtin. Lewma çiya ji bo xwe pîroz dibînin. Suryanî ku 5 hezar 500 sal in gelê qedîm ê Çiyayê Bagokê ye, tevî komkujiyên bê hejmar ên ji Mogolan heta roja îro li wan hatine kirin, Çiyayê Bagokê ku jê re dibêjin 'To Îzlo' naterikînin. Li lûtkeya vî çiyayî li bilindahiya 1.250 metreyî weke anvendeke perwerdeyê Keşîşxaneya Mor Yakûp ava kirine. Suryaniyên li Çiyayê Bagokê dijîn, vê keşîşxaneyê ji nû ve restore dikin. Dîwarên kevn ê vê keşîşxaneya navê pezkovî jî lê tê kirin, li gorî bîr û baweriya kevn bi xerca ji şîrê xezalan hatine lêkirin. Dûre navê 'Dêr Xezal' li keşîşxaneyê tê kirin.

Rahîbê sereke yê keşîşxaneya Dêr Xezal Aho Bîleçen der barê dîroka keşîşxaneyê de agahî da û diyar kir, li Çiyayê Bagokê 13 keşîşxaneyên cuda hene. Bîleçen got, "Bi navê ezîzê me yê Pirsûsî Mor Yakûp ev keşîşxane hat çêkirin. Keşîşxaneya Mor Yakûp li lûtkeya Çiyayê Îzlo (Bagok) hatiye çêkirin. Li bilindahiya 1.250 metreyî. Li Çiyayê Îzlo 13 keşîşxaneyên me hene. 9 ji van keşîşxaneyên me hînê li ser piyan e, 4 jê mixabin xera bûne. Li keşîşxaneyên me, rahîbên me jiyana înziwa dijiyan. Li vê derê pirtûk ji ber derdixistin. Keşîşxaneya me ya herî bilind Keşîşxaneya Mor Yakûp e. Li vir çapxaneyeke biçûk jî hebû. Rahîbên me yên li li keşîşxaneyê pirtûkên me yên nimêjê, rahîbên me yên nivîsa wan xweşik jî bûn Încîl kopy dikirin û ji hemû keşîşxaneyên din re dişandin."

Aho Bîleçen da xuyakirin, ku li gorî baweriya wan, xercê çêkirina dîwarê keşîşxaneyê bi şîrê pezkovî hatiye amadekirin û got, "Keşîşxaneya me ya di sedsala 600 de hat çêkirin, piştre hat xerakirin. Dema Tîmûrlenk an piştî wî ye? Di wê demê de, di sedsala 11. û 12. de keşîşxaneya me xera kirin. Keşîşxaneya me ya hat xerakirin, li heman cihê xwe di sala 1271'ê de ji nû ve hat çêkirin. Bêguman vê carê navekî cuda yê nû li Keşîşxaneya Mor Yakûp tê kirin. Ji ber ku tê gotin, rahîbên wê demê di nava zor û zehmetiyan de bû. Li lûtkeya keşîşxane lê bêçêkirin, av tinebû. Rahîbên wê demê duca kirin û bi şîrê pezkovî xerca ji bo lêkirina dîwêr amade kirin. Lewma navê 'Dêr Xezal' lê hat kirin. Niha jî em aliyên wê yên kêm man e, tevî civata xwe ya Suryanî temam dikin."

Rahîbê serke Aho Bîleçen da xuyakirin, ku gelê Suryanî yê li Çiyayê Bagokê wê timî li ser xaka xwe bimînin û got, "Em hatine dawiya rojiya 50 rojî. Piştre em ê bi civata Suryanî ya li gundên derdorê re cejna Paskalya pîroz bikin. Weke gelê qedîm Suryanî, ji bo dewamkirina mîrateya bav û kalên me ji me re hiştine, em li lûtkeya Çiyayê To Îzlo (Bagok) ne. Li lûtkeya Îzlo li cihê keşîşxaneya me lê ye, wê ronahiya me qet venemire."

...