Li Ludwigshafen’ê Mizgefta Brahîm Xelîl hat vekirin

Li Ludwigshafen’ê Mizgefta Brahîm Xelîl hat vekirin

Li bajarê Elmanya Ludwigshafenê, di encama xebatên Komîsyona Oldaran û Meclîsa Gel de Mizgefta Brahîm Xelîl hat vekirin.

Merasîma vekirinê bi beşdariya nûnerên YEK-KOM'ê û gelek Kurdên li Ludwigshafen û derdorê dijîn pêk hat û li ser navê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Mele Evdila axaftinek kir. Evdila diyar kir ku di çarçoveya daxwazên oldarên Kurd de derfetên wan hene li her deverê mizgeftê vekin û destnîşan kir ku bi vekirina mizgeftê re Kurdan nîşan dane ku ew bûne vîn.

Meleyê Mizgeftê Abdulkerîm jî da xuyakirin ku bi xêra Civata Îslamî ya Kurdistanê, di nava civata wan de yekitî çê bûye û anî ziman ku wan ji bo gelê Kurd û Îslamiyetê dil dane vê derê.

Di merasîma vekirinê de hat ragihandin ku ev mizgeft a oldarên Kurd e û ji bo Kurdên li Mannheim û Ludwigshafenê xwe ji civata Fetûllah Gulen biparêzin, mizgefta xwe ava kirin e.

Mizgeft wê timî ji cemaatê re vekirî be û her roja Înê xutbe bê xwedin. Ji şagirtan jî wê kûrsa Kûr'anê were dayîn. Her weha li Mizgeftê wê ji bo jinan jî cihekî cûda bê amadekirin.