Li bejahiya Lîceyê bi piştgiriya hewayî operasyona leşkerî destpê kir.
Li herêma gundên Kalincak, Hedik, Şaxor Xosorê operasyona leşkerî ku bi piştgiriya hewayî pêk hat. Piştî operasyon hate destpêkirin, ketin û derketina gundan hate girtin û rewşa awarte hate avakirin. Li herêma ku operasyona leşkerî hate destpêkirin, tevgera helîkopteran hate destpêkirin. Operasyona hewayî û bejayî didome. Heta niha derbarê pevçûnê de tu agahî nehatine.