Li Licê çeteyên Qesrê bi cilên gerîlayan digerin

Hat diyarkirin ku hêzên çekdar ên rejîam AKP’ê ji duh ve êrîşî navçeya Licê ya Amedê dikin, bi cilên gerîla li herêmê digerin. Mertalên zindî yên ku duh çibûn cihê êrîşê jî heta sibehê li herêmê bûn.

Hat diyarkirin ku hêzên çekdar ên rejîam AKP’ê ji duh ve êrîşî navçeya Licê ya Amedê dikin, bi cilên gerîla li herêmê digerin. Mertalên zindî yên ku duh çibûn cihê êrîşê jî heta sibehê li herêmê bûn.

Piştî bomberdûmana balafirên şer, ji dûh ve li herêma bejahiya navçeya Licê ya Amedê li 16 gundan “Qedexeya kolanan” hate îlankirin. Piştî operasyona bejahî ya leşkeran, gelek mertalên zindî ber bi cihê operasyonê ve ketin rê. Mertalên zindî yên bi rêyên cuda bi zehmetî xwe gihandin cihê operasyonê, li Taxa Darxusta şeva xwe derbas kirin. parlamentera HDP’ê Nûrsel Aydogan û Sibel Yîgîtalp ku cihê xwe di nav mertalên zindî de digirin, li bejahiya cihê operasyonê agir pêxistin û heta sibehê çalakiya nobedê li dar xistin.

Bi seatên sibehê re piştî ku leşker ji cihên operasyonê vegeriyan, mertalên zindî xwe gihadin cihê operasyonê, rastî darên şewitî û ji ber bombekirinê jî çalên mezin hatin. Li gorî agahiyên ji mertalên zindî hatin girtin, çeteyên Qesrê û leşkerên cilê gerîla li xwe kirine, li herêmê ne û beşdarî operasyonê dibin. Mertalên zindî piştî li herêmê geriyan, ber bi  “Şehîdgeha Şehîd Amed û Hêvîdar” ketin rê û li vir lêkolîn pêk anîn.

Welatiyên gundê Sisê û Taxa Derxûstê diyar kirin ku tiştek ji bomberdûmankirinê fêm nekirine, di carekê de bomberdûman destpê kirine. Şivanên ku pezên xwe diçêrandin jî anîn ziman ku bi zorê canê xwe rizgar kirine, pezên xwe ji neçarî li çolan hiştine û reviyane. Piştî bomberdûmanê helîkopteran gelek leşker danîn cihê operasyonê, li ser beşeke leşkeran cilên gerîla hebûn û beşdarî operasyonê dibin. Welatiyên gund bertek nişanî rewşê dan û diyar kirin ku ruhê wan di metirsiyê de ye, destnişan kirin ku ew qedexeyan nas nakin û daxwaz kirin ku operasyon demildest bi dawî bibin.