Girtiyên li Girtîgeha Lîcê bi riya faksekî diyar kirin ku hevalên wan Bîlal Onen û Servet Cengîz 1’ê mijdarê, ji bilî nexweş û kalan jî ji 5’ê mijdarê vir ve jî hevalên wan ên bi navê Tahîr Olmez, Lokman Demîr, Faysal Aydinalp, Guney Baysungur, Welat Hecî Elî, Abbas Sertkay û Mehmet Uzer dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine.
Girtiya di nameya xwe de bal kişandin ser greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorverger ya ku ji hêla girtiyên PKK û PAJK’ê ve di 12’ê îlonê de ji bo azadî, ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo mafên perwerdeya zimanê dayikê û parastina bi zimanê dayikê û ev tişt gotin:
“Tê zanîn ku di 12’ê îlonê vir ve çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hatiye destpêkirin. Îro 57 roj in ku ev greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didome. Her roja ku derbas dibe hevalê me hê bêhtir nêzê mirinê dibin. Em bang li Erdogan dikin ku bila demildest daxwazên hevalêm me yên rewa pêk bîne.”
Girtiyan di faksa xwe de diyar kirin ku hin hevalên wan çend roj, hin hevalên wan hefteyek û hin hevalên wan jî mehekên wan mane ku tehliye bin. Girtiyan dan zanîn ku ku heta daxwazên wan neyên cih, ew bên berdan jî dê li derve çalakiya xwe berdewam bikin. Girtiyan gotin:
“Wekî tê zanîn li ser Rêbertiya me tecrîdeke dij mirovî ev 14 sal e tê meşandin. Herî dawî ev sal û nîveke ku ji Rêbetiya me tu agahî nayê wergirtin. Heta şertên Rêbertiya me neyên cih em tu carî ji daxwazên xwe paşve gav navêjin. Em ê wekî pêşengên dîroka têoşînê ên wekî Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Alî Çîçek û bi hezaran hevalên din di vê oxirê de canê xwe bidin. Em careke din bang li hikûmeta faşîst a AKP’ê dikin ku demildest van daxwazên hevalên me pêk bînin û dest ji dek û dolabên reşkirinê berdin.”
Girtiyan herî dawî bang li malbat û raya giştî kir ku di vê pêvajoya dîrokî de ku her roj gelê kurd ber bi azadiyê ve dimeşin, têkoşînê bi ruhê serhildanê hembêz bikin û berxwedana li Îmraliyê û ya li girtîgehan bigihînin asta serkeftinê.