Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Newrozê dewam dike

Li gelek navendên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin. Di pîrozbahiyan de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket pêş. Her wiha di hilbijartinan de banga destekkirina HDP'ê hat kirin.

Li gelek navendên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin. Di pîrozbahiyan de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket pêş û komkujiyên DAIŞ'ê hatin protestokirin. Her wiha di hilbijartinan de banga destekkirina HDP'ê hat kirin.

ÎZMÎR: Li Îzmîrê ji bo tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin bi sed hezaran kes herikîn Meydana Gundogdû. Di nava beşdaran de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, malbata Ekrem Kaçeroglû yê di çalakiyên ji bo Kobanê de ji ber êrîşa faşîstan jiyana xwe ji dest da û nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn. Li ser dika pîrozbahiyê pankarta bi nivîsa "Ji Şengalê heta Kobanê agirê Newrozê yê pêketî, wê Rojhilata Navîn Azad bike" hat daliqandin û pankartên ji wêneyên Zekiye Alkan, Mazlûm Dogan û Rahşan Demîrel li qadê hatin vekirin.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak di axaftina xwe ya li pîrozbahiyê de diyar kir ku di encama berdêlên giran de ew hatine roja îro û got, "Eger Mazlûm Dogan serê xwe li ber darbeya faşîst a 12'ê Îlonê bitewandibûya, bedena xwe nekiribûya al, ev qad nediket destê me. Berxwedana wan ne belasebeb bû. Agirê ku Rahşan pêxist, niha li qeleha Îzmîrê geş dibe." Kişanak Şoreşa Rojava silav kir û komkujiyên DAIŞ'ê protesto kir. Kişanak herî dawî bang li jinan û Elewiyan kir ku di hilbijartinan de destekê bidin HDP'ê. Pîrozbahî bi coşeke mezind ewam dike.

Rêxistina HDP'ê ya Menemenê jî bi beşdariya bi sedan kesî li Parka Aştî û Demokrasiyê ya Asarlikê, rêxistina HDP'ê ya Bûcayê li Çamlikûle, rêxistina HDP'ê ya Çîglî li taxa Guzeltepe, rêxistina HDP'ê ya Balçova li taxa Çetîn Emeç û rêxistina HDP'ê ya Karabaglarê jî li taxa Lîmontepeyê Newroz pîroz kirin.

EDENE: Li navçeya Edene Seyhanê, b hezaran kes li Taxa Kuçuk Dîkîlî hatin cem hev û Newroz pîroz kirin. Qada pîrozbahiyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG û YPJ'ê hat xemilandin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, agirê Newrozê hat dadan. Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê di axaftina xwe ya li pîrozbahiyê de cejna Newrozê li gelan pîroz kir û got, "Eger em dixwazin Rêber Apo azad bibe, divê em li nirxên wî afirandiye, xwedî derkevin." Li dû axaftinan, zarokeke keç a ji Kobanê ya bi navê Rojgirya, helbesta ji bo kekê xwe yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, xwend. Pîrozbahî bi govenda li ber stranên hunermendên herêmî dewam kir.

MERSÎN: Li navçeya Mersîn Yenîşehîrê Newroz li taxa Şahîntepesî hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya bi pêşengiya rêxistina HDP'ê ya navçeyê de Hevserokê HDP'ê yê Yenîşehîrê Huseyîn Dogan peyivî û got, "21'ê Adarê li cîhanê roja ku şev û roj dibe yek e. Em jî dixwazin gelên Kurd û Tirk bibin xwedî heman mafên wekhev." Li dû axaftinan hunermendên herêmî derketin ser dikê û pîrozbahî heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir.

MANÎSA: Li Manîsayê, rêxistina HDP'ê ya Sarûhanliyê li meydana gundê Azîmlî bi gundiyan re Newroz pîroz kir. Di pîrozbahiya ku Hevserokên HDP'ê yên Manîsayê jî lê amade bûn de poster û al hatin vekirin. Beşdarên pîrozbahiyê li dora agirê Newrozê govend gerandin û pîrozbahî bi stranên hunermendên herêmî dewam kir.

BAGCILAR: Rêxistina HDP'ê ya Bagcilarê, li taxa Fevzîçakmak Newroz pîroz kir. Di pîrozbahiya bi beşdariya bi sedan eksî de li dû deqeyeke rêzgirtinê Serokê Komîteya Amadekar Erkan Karabay axivî û êrîşên li Hesekê şermezar kir. Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê li dora agir dewam kir.

ŞIRNEX: Li navçeya Şirnex Elkê, pîrozbahiyên Newrozê yên hefteyeke tên lidarxistin, duh bi şev li gelek nuqteyên navçeyê bi dadana agir û teqandina fîşekên hewayî dewam kir. Di heman demê de li quntarên Çiyayê Kato agir hat dadan û govend hat gernadin. Girseya gel li ber stranên hunermendên herêmî govend gerand. Di pîrozbahiya li taxa Pinarbaşiyê de jî bi agir nivîsa "APO" hat nivîsandin.

HATAY: Li navçeya Hatan Skenderûnê, pîrozbahiya Newrozê bi beşdariya bi hezaran kesî li taxa Yildirimtepeyê pêk hat. Di pîrozbahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên sê siyasetmedarên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin vekirin. Agirê Newrozê ji aliyê Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî ve hat pêxistin. Dûre hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê hunera xwe pêşkêş kirin.

KONYA: Li Konyayê Newroza herî bi coş a salên dawî pêk hat. Bi hezaran welatî serê sibehê li Sali Pazari ya Konyayê kom bûn. Li vir dirûşmên “Bijî Serok Apo” hatin berz kirin. Li qadê pankarta “Agirê Newrozê ya li Kobanê pêket Rojhilata Navîn azad dike” hate daliqandin. Aleke mezin a kesk û sor û zer li qadê hat gerandin. Ji 7 salî heta 70 salî gel beşdarî pîrozbahiyê bûn û bi taybetî jinên ku bi cilên xwe yên neteweyî beşdar bûn bal kişandin. 

ESKÎŞEHÎR: Li Eskîşehîrê bi hezaran kes li Odun Pazari ya taxa Buyukdereyê kom bûn. Li Qadê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanên YPG û MLKP’ê yên li Kobanê di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Pankarta li ser “Bijî Newroz, çareseriya demokratîk, ji Ocalan re azadî” “Agirê Mazlûman wê Dehaqan bişewitîne” li qadê hatin daliqandin. Her wiha dirûşmên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Welatiyên li malên xwe xwarinên çêkirine anîn qadê jî dîmenên balkêş derxistin holê. Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê destpê kir. Welatiyên ku bi cilên neteweyî hatin qadê li ber muzîkê govend gerandin.

KAYSERÎ: Li Kayseriyê ji bo pîrozbahiya Newrozê welatî serê sibehê li Esenyûrt Cûma Pazari kom bûn. Li qadê pankarta li ser “Şehîdên Kobanê bêmirin in” “Quştina Ozgecanan bê wijdanî ye” hatin vekirin. Li qadê pankartên li ser posterên Sakîne Cansiz, Leyla Şaymez û Fîdan Dogan ên li Parîsê hatin qetilkirin, posterên Îbrahîm Kaypakkaya û Denîz Gezmîş hatin daliqandin. Her wiha dowîzên li ser “Şehîdên Geziyê bêmirin in” jî li qadê hatin hilgirtin. 

ÇORÛM: Gelek welatî serê sibehê li ber avahiya HDP’ê ya Çorûmê kom bûn. Girse piştre ji vir ber bi Sali Pazariyê ve dest bi meşê kir. Di meşê de bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Di meşê de pankarta “Agirê Newrozê wê her derê ronî bike” hate vekirin. Welatiyên ku piştî meşê gihîştin qada pîrozbahiyê bi govendan dest bi pîrozbahiyê kirin.

ANTALYA: Li Antalyayê jî welatî ji bo pîrozbahiya Newrozê li qada vala ya li ber Salona Sporê ya Tûrgût Ozal a li navçeya Kepezê hatin cem hev. Piştî lêgerîna polîsan bi deh hezaran kes ketin qadê û li ber dawol û zirneyan dest bi govendê kirin. Li qadê pankartên "Rizgariya demokratîk jiyana azad" û "Serokatiya azad Kurdistana azad", posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Arîn Mîrxan, Îbrahîm Kaypakaya hatin daliqandin û dirûşmeyên Bijî Serok Apo", " Newroz pîroz be" û " Bijî berxwedana Kobanê" hatin berzkirin. Jinên tevlî pîrozbahiyê bûn bi zarokên xwe re bi kincên gelêrî tevlîbûn û qada Newrozê veguherandin deryaya rengan. Piştî rêzgirtinê Parlementera HDP'ê Pervîn Bûldan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya axaftin kirin. Pîrzobahî wê bi konsera Koma Azad û Cevdet Bagca dewam bike.

DÎLOK: Li Dîlokê jî pîrozbahiya Newrozê li Qada Stasyonê bi tevlîbûn hezaran kesî destpê kir. Serê sibehê bi hezaran welatî li nuqteyên berê hatin diyarkirin hatin cem hev û bi pankartên "Edî bes e ji Rêber Apo re azadî", "Em şoreşa Rojava silav dikin", "Li hemberî barbarî û paşverûtiyê azadiya gelan" û "Bila girtîgeh bên valakirin ji girtiyên siyasî re azadî" vekirin û dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Biji berxwedana Kobanê", "PKK gele gel li vir e" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Piştî welatî li 8 nuqteyan hatin kontrolkirin ketin qadê. Li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG, KJA û YPJ'ê hatin daliqandin. Piştî rêzgirtinê bernameya Newrozê bi muzîkê destpê kir. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, Serokê Giştî OSP'ê Sînan Çîftyurek, Hevberdevka YSGP'ê Sevîl Tûran û Alîkara Serokê Giştî yê EMEP'ê Şukran Dogan tevlî bernameya pîrozbahiyê dibin.

BASA: Li navçeya Basa ya Şirnexê jî, li ber avahiya rêxistina DBP'ê ya navçeyê bi beşdariya hezaran kesî ve hat pîroz kirin. Bi taybetî ciwan û jinên ku kincê "Leşkerî" û neteweyî li xwe kiribûn dîmenên rengîn derket holê. Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala PKK'ê û flamayên kesk, sor û zer hat xemilandin. Girse bê navber ji bo azadiya Ocalan slogan berz kirin. Bernameya pîrozbahiyê bi sirûda "Ey reqîb" deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji hêla hevserokên rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajêr û navçeyên Şirnexê ve axaftin hatin kirin. Di axaftinan de êrîşa bombeyî ya li Hesekê pêk hatî şermezar kirin û kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane jî hatin bibîr anîn. Axaftvanan bal kişandin ser azadiya Ocalan û gotin ku azadiya Ocalan dê piştî hilbijartina 7'ê hezîranê diyartir bibe. Piştî axaftinan komên muzîkê yên heremî derketin ser dikê û li ber stranên wan govend hatin gerandin. 

DÊRGULÊ: Li bajarokê Dêrgûlê yê Şirnexê, ji serê sibehê bi beşdariya hezaran kes Cejna Newrozê hat pîroz kirin. Hevşaredarên bajêr û navçeyên Şirnexê, hevserok û rêveberên rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajêr û navçeyên Şirnexê, nûnerên MEYA-DER, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes, bi kincên xwe yên bi taybetî "Leşkerî" ketin qada Newrozê ya li navenda bajarokê. Li qada pîrozbahiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala PKK'ê, HDP û BDP'ê hat xemilandin. Di bernameya pîrozbahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û peyamên ji girtîgehan hatî şandin hatin xwendin. Rêveberên DBP'ê û HDP'ê yên bajêr û bajarokê Dêrgulê her yekî axaftinek kin kir û diyar kirin ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan ew dê têkoşîna xwe bidomîn in. Axaftvanan bal kişandin ser hilbijartina giştî ya 7'ê hezîranê jî û anîn ziman ku divê ji Dêrgulê heta Edîrneyê her kes ji aliyê xwe ve baş bixebite da ku HDP ji sedî 15'yan biborîn e. Di dema pîrozbahiyê de ligel ba û baranê jî bi hezaran kes ji coşa xwe qet kêm nekir û li ber stranên Koma Berwarî govend gerandin. 

EREBANE: Li bajarokê Erebane yê navçeya Hezexê ya Şirnexê jî sedan welatiyan bi coş Newroz pîroz kirin. Rêveberên DBP û HDP'ê yên Hezexê, Hevşaredarê navçeyê, rêveberiya DBP'ê ya bajarokê, Dayîkên Aştiyê û bi sedan welatî bi kincên xwe yên gelerî tevî pîrozbahiyêbûn. Li qada Newrozê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Sakîne Cansiz û gelek pankrata hatin daliqandin. Welatiyên tevlî pîrozbahiyê bûn posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK û YPG'ê hilgirtin. Piştî rêzgirtinê rêveberên HDP û DBP'ê axivîn û balkişand ser hilbijartina 7'ê Hezîranê. Girseyê dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxweana Kobanê" hatin berzkirin. Piştî axaftinan girseyê bi mizûkê govend girtin û pîrozbahî bi dawî bû.

GERGER: Li Navçeya Semsûr Gergerê îsal yekemcar bi awayekî girseyî Newroz hat pîrozkirin. Li gel Hevserokên HDP û DBP'ê yên Bajêr û Hevşaredarê Bulamê Mehmet Çaglan bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Çaglan di axaftina xwe ya li vir de Newroz li gel pîroz kir û berxwedana hêzên YPG/YPJ'ê ya li Kobanê silav kir. Pîrozbahiya Newrozê bi stranên hunermenda NÇM'ê Rojbîn û bi gerandina govendê bi dawî bû.