Li Kolnê tûrnûvaya bîranîna 'Şehîdên meha Gulanê'

Di dawiya vê hefteyê de li bajarê Elmanya Kolnê, bi beşdariya 16 tîman tûrnûvaya futbolê hat organîzekirin. Di tûrnûvaya ji aliyê Ciwanên Azad ve hat lidarxistin de, bi sedan ciwanên li eyaleta Ren Westfalya ya Bakur dijîn, amade bûn.

Di dawiya vê hefteyê de li bajarê Elmanya Kolnê, bi beşdariya 16 tîman tûrnûvaya futbolê hat organîzekirin. Di tûrnûvaya ji aliyê Ciwanên Azad ve hat lidarxistin de, bi sedan ciwanên li eyaleta Ren Westfalya ya Bakur dijîn, amade bûn.

Tûrnûvayên bîranîna 'Şehîdên Meha Gulanê' yên beriya Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan a Mazlûm Dogan her sal tên lidarxistin, destpê kirin. Di vê çarçoveyê de di dawiya vê hefteyê de li bajarê Elmanya Kolnê, bi beşdariya 16 tîman tûrnûvaya futbolê hat organîzekirin. Di tûrnûvaya ji aliyê Ciwanên Azad ve hat lidarxistin de, bi sedan ciwanên li eyaleta Ren Westfalya ya Bakur dijîn, amade bûn. Di tûrnûvayê de tîma Dêrsim Bonn bi ser ket.

Tûrnûvaya ciwanan, îsal ji ber êrîşên li hemberî Kobanê bi xemgînî derbas bû. Di çalakiyê de ciwanan bê navber dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê" qîriyan.

Ciwanên Rojavayî yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar mane koçî Ewropayê bikin, di tûrnûvayê de bi navê Rojavaspor cihê xwe girtin. Tîma Rojavaspor di rêza çaremîn de cih girt.

MLKP Enternasyonal jî ji bo bîranîna cangoriyên Rojava û hemû cîhanê, di tûrnûvayê de cih girt. MLKP di tûrnûvayê de xelata duyemîniyê wergirt û mafê tevlîbûna li 18. Festîvala Mazlûm Dogan a li Parîsê were lidarxistin, wergirt.

Di rêza sêyemîn a serketiyên tûrnûvayê de jî tîma Botanspor a li Kolnê cih girt.

Di tûrnûvayê de piştî maçên futbolê Şivan Erdal stranên xwe yên bi şêweya rap ên li ser Roboskî û Rojava pêşkêş kir. Hozan Şemgîn jî da xuyakirin ku xwedîderketina ciwanan li şehîdan gelekî watedar e û spasiyên xwe pêşkêş kir.

Di encama vê tûrnûvayê de tîmên Dêrsim Bon û MLKP Enternasyonal maf bi dest xistin ku di 18'ê Tîrmehê de beşdarî 18. Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan a Mazlûm Dogan a li Parîsê bibin.

Tûrnûva piştî merasîma xelatdayînê bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

...