Li Kobanê YPG/YPJ’ê pitika 4 mehî rizgar kirin

Hêzên YPG/YPJ’ê pitika 4 mehî ku ji serê xwe birîndar dîtin û birin nexweşxaneyê.

Hêzên YPG/YPJ’ê pitika 4 mehî ku ji serê xwe birîndar dîtin û birin nexweşxaneyê.

Çeteyên DAIŞ’ê duh di saetên sibê de êrîşî bajarê Kobanê kirin û hemû kesên rastî wan dihatin gule baran kirin. Hêzên YPG/YPJ’ê bersiva çeteyan dan û bi armanca paqijkirina Kobanê operasyon dan destpêkirin. Şervanên YPG/YPJ’ê di çarçoveya operasyonê de pitika 4 mehî ku di serê xwe de birîndar bibû û li kolanekê li erdê bû dîtin. Şervanan pitika 4 mehî birin nexweşxanê.

Bijîşkan pitika 4 mehî derman kirin. Bijîşkan û xebatkarên tenduristiyê navê zaroka ku nasnameya wê nehate zanîn kirin Hebûn.