Li Kobanê mirov ne tenê mirin...

Ji bo dîtina şervanên YPJ'ê yên di operasyona li dijî çeteyên li Kobanê komkujî kirin de cih girtin, diçim biryargeha YPJ'ê. Dibêjin ku divê bisekinim, wê agahî bê dayîn. Eger qebûl bikin, ez ê bikevim hundirê biryargehê.

Ji bo dîtina şervanên YPJ'ê yên di operasyona li dijî çeteyên li Kobanê komkujî kirin de cih girtin, diçim biryargeha YPJ'ê. Dibêjin ku divê bisekinim, wê agahî bê dayîn. Eger qebûl bikin, ez ê bikevim hundirê biryargehê. Şervaneke jin a ewlekariya derî dike, ji min dixwaze ku rûnêm.

'HEVAL EM ŞERVAN IN…'

Navê wê dipirsim, dibêje 'Laleşîn'. Bêdeng dibe. Jê dipirsim ku 'çima ewçend bêdengî û kûr difikirî'. Mîna ku axaftineke me navber dayê dewam dike, dest bi vegotinê dike. "Heval em şervan in. Em welat û şoreşê diparêzin, dibe ku em şehîd bikevin."

Dema ew diaxive, hewl didim fêm bikim ku çima vê dibêje. Laleşîn dewam dike: "Lê belê mirina sivîlan gelekî giran e heval. Diviyabû me ew parastibûna." Niha Laleşîn fêm dikim. Laleşîn dema diaxive, mîna ku rahiştiye dilê ewçendî ji dil dixwaze. Êşa mirovên hatine qetilkirin ne tenê di dilê xwe de, di çav, mîmîk, bedena xwe de hîs dike; ne zehmet e ku mirov vê fêm bike.

Min bandora komkujiya rû da, cara yekê dema li Laleşîn guhdarî kir, ewçend ji kûrahiyê ve hîs kir.

'LI KOBANÊ MIROV NE TENÊ MIRIN...'

Laleşîn dibêje, "Bi dengê Roj baş hişyar bûm. Bi hişyarbûnê re min dengê çekan bihîst. Min ji hevalan pirsî ku çi bûye, pê hesiyam ku çete ketine Kobanê." Di nava koma destpêkê ya şervanên YPG/YPJ'ê ya dest li çeteyên qetlîemkar werdidin, de cih girt. Fermandarên wê, ew ji bo rakirina cenazeyên sivîlan û parastina sivîlên din wezîfedar kirin.

Laleşîn dibêje, "Ya li Helepçeyê qewimî jî komkujiyeke mezin bû. Bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin" û diyar kir ku li Kobanê mirov ne tenê mirin, bi êşa dîtina mirina xizmên xwe re mirin.

Dipirse "Heval ev ne gelekî giran e?", nikarim bersivê bidim. Dema Laleşîn diaxive, pirtûka nivîskarê Fransî Jena Genet a bi navê "Bi tena serê xwe" tê bîra min. Di vê pirtûkê de ku Genet behsa komkujiya Falanjîstên alîgirên Îsraîlê yên di sala 1982'an de li kampên penaberan ên Sabra û Şatîlla yên li Lubnanê kir, ku jin, zarok komkujiyeke komî hat kirin, dibêje, "Dîsa jî dema her kes dimire, bi tenê ye". Lê belê dema li Laleşîn guhdarî dikim fêm dikim ku li Kobanê ti kes bi tenê nemiriye û ne tenê miriye. Gelo kî dikare bibêje dayikeke bi êşa mirina bebeka xwe ya hînê şîr didayê re mir, bi tenê miriye yan jî tenê miriye?

'GULE LI ZAROKÊ XWE DI DEZGEHA MUTBEXÊ DE VEŞARTIBÛ REŞANDIN'

Bi vegotinên Laleşîn re detayên ku mirov pê diheje, derdikevin holê. Zarokekî sê salî, di dema êrîşê de ji bo xwe veşêjere dikeve binê dezgeha mutbexê, lê belê kujerên DAIŞ'ê vî zarokî li cihê xwe lê veşartiye derdixînin û di cih de gule lê direşînin. Li odeya din jî bedena dê û xwişk-birayên wî yên hatine gulereşandin, hene. Rondik ji çavên Laleşîn dibare û dibêje, "Çeteyan çima êrîşî me nekirin. Bila bihata li hemberî me şer bikira. Ji gelê me, zarokên me çi xwestin?" Nerazîbûnê nîşanî dewleta Tirk dide, dibêje ku hevkarî ji komkujiya çeteyan re kiriye.

'JI BO EV KOMKUJÎ RÛ NEDIN TEVLÎ NAVA REFÊN YPJ'Ê BÛM...'

Laleşîn ji Kobanê ye. Dibêje ku ew li kolanên lê komkujî rû da, mezin bûye. Dibêje ku piraniya mirovên di emrê wê de jiyana xwe ji dest dane, ji lîstikên li van kolanan nas dike: "Heval, ji bo li van kolanan ev komkujî rû nedim tevlî nava refên YPJ'ê bûm. Lê min nikarîbû pêşî lê bigirim, ev gelekî bi zora min diçe."

'SEDEMA HEBÛNA ME PARASTINA GEL E'

Laleşîn a di êrîşa mezin a çeteyan de di dawiya meha Îlonê de bi giranî birîndar bû û gelek hevalên wê jiyana xwe ji dest da, bi vî rengî behsa vê rewşê dike: "Ji bo gelê me nemire, ji bo welatê me, gelê me azad bibe, em amade ne ji mirinê re. Dema şervanek şehîd dikeve dikarim vê fêm bikim. Ez bi giranî birîndar bûm, dikarîbûm şehîd jî biketibûma. Ev ji bo me ne pirsgirêk e. Lê gel. Divê ew nemirin, bijîn, azad bibin. Sedema hebûna me jî ev e heval."

'GELO WÊ RÊBER APO ÇI BÊJE?'

Laleşîn gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li hemberî komkujiyê meraq dike û dibêje, "Gelo Rêbertî wê çi bêje. Gelekî meraq dikim, ez dizanim ku dema Rêbertî bibihîze wê gelekî li ber bikeve. Em ji Rêbertiya xwe hîn bûn ku dilsozê vî gelî bin, biparêzin û ji bo azadiya gel têbikoşin. Gelekî meraq dikim ku wê çi bêje, nirxandineke çawa bike."

Laleşîn herî dawî dibêje: "Em ê ji niha û pê ve careke din rê nedin komkujiyeke bi vî rengî. Çi dibe bila bibe em ê tedbîrên xwe werbigirin. Em şervanek bi tenê ya YPG/YPJ'ê jî bimînin, wê kesek nikaribe komkujiyê bîne serê vî gelî. Kes nikare dest bide vî gelî."