Li Kobanê dîwarê destpêkê hat lêkirin

Li Kobanê ku bi komîsyonan re xebatên tespîtkirina xisarê tên meşandin, mutbexa Mekteba Cela ya Navenda Asayîşê lê bicih bûye, bû dîwarê destpêkê yê li bajêr hat lêkirin.

Li Kobanê ku bi komîsyonan re xebatên tespîtkirina xisarê tên meşandin, mutbexa Mekteba Cela ya Navenda Asayîşê lê bicih bûye, bû dîwarê destpêkê yê li bajêr hat lêkirin. Endamê yekîneya asayîşê Mislim Çelo, ku di karê înşaetê de jî cih digire got, "xerca vî dîwarî, xerca destpêkê ya jiyana nû ya li Kobanê ye. Bêhna azadiyê jê tê."

Bi vegera her malbatê re liv û tevgera li kolanên Kobanê zêdetir dibe. Li bajarê ku hemû avahiyên wê hilweşiyane, li eniya rojhilat ji bo wesayît karibin bi hêsanî tê re derbas bibin, hin rê hatin vekirin. Li rojhilhatê bajêr jî ku sivîl lê bicih bûne, paqijiya malan tê kirin. Xebatên tespîtkirina xisarê yên Komîteya Jinûve Avakirinê dewam dikin. Li avahiyên saxlem mane, ji bo xebatên koordînekirina bajêr û berxwedanê weke navendê tên bikaranîn. Di vê çarçoveyê de Mekteba Cela ya ji gule û fîşekan zerar dîtiye, veguherî Navenda Asayîşê. Li hewşa Mekteba Cela, ji bo çêkirina mutbexê brîket û xerc hat veguhastin û xebatên çêkirina dîwêr destpê kir. Li Avahiay Rêveberiya Kantona Kobanê jî, ku di şer de xisareke mezin dît, beriya sererastkrinê, paqijî tê kirin.

'DI XERCA DAWÎ YA BAJÊR DE JÎ WÊ KEDA ME HEBE'

Karkerên ku ruhê rêxistinbûna komunal a bi şoreşa Rojava re derket holê careke din zindî kirin, di heman demê de endamên asayîşa ku niha çêdikin e. Ji yekîneya asayîşê Mislim Çelo diyar kir ku ji ber êrîşên giran ên çeteyên DAIŞ'ê û şerê li navenda bajêr, Kobanê xisareke mezin dîtiye û got, "Bi şerê bi mehan dewam kir re bajar wêran bû. Li dû serketina mezin, ji bo kar û barên divê bi lezgînî werin kirin me zend û bend ba dan. Ji xwe ji nû ve avakirina bajêr di rojeva me de ye, li her devera bajêr xebat dewam dikin. Ji bo cihê Navenda Asayîşê li ser Mekteba Cela biryar hat dayîn." Çelo da zanîn ku di vê çarçoveyê de dîwarê ew ji bo mutbexa vê navendê çêdikin, dîwarê destpêkê yê li Kobanê tê lêkirin e û got, "Me dest bi karê xwe yê avakirinê kir û mutbexa ku pêwîstiya me pê heye, tê çêkirin. Xerca vî dîwarî, xerca destpêkê ya jiyana nû ya li Kobanê ye û bêhna azadiyê jê tê. Heta xerca dawî ya bajêr, wê keda me tê de hebe."

'EM Ê MALA XWE JI NÛ VE AVA BIKIN'

Ji karkeran endamê asayîşê Mûhammed Omer Silêman ê 50 salî jî bi vîna berxwedana bi biryar a ji bo azadiya xaka xwe nîşan dan, dest bi xebatên avakirinê kir û got, "Kobanê mala me ye, em ê mala xwe bi hev re ava bikin. Ji bo vê jî çi ji destê me bê em ê bikin."